Kê ez fêrî vê ponijandin û bêdengiya wek mirinê kirime?

Kê ez fêrî vê ponijandin û bêdengiya wek mirinê kirime?

Nivîs: Konê Reş

Belê Ezbenî! Kê ez fêrî vê ponijandin û bêdengiya wek mirinê kirime?

Gelo pêwendiyên vî şerê bê îman ku li dare, bi vê bêdengiya min re heye?! Ez jî nema zanim.. Ti‏‏‏‏‏ştê ez zanim desthilanîm fereca xêrê ye..

Tevî ku ez fêrî jibîrbûnê nebûme û nizanim ez ê çawa xwe fêr bikim..?

Çilo ez ê jibîr bikim..?! Û wiha ez di hundirê xwe de toşî kêlîkên reşbîn dibim.. Xwe di nav reşahiyeke dûr û dirêj de dibînim.

Gelek caran ev reşahî min ditirsîne. Tevî ku şevên reş gelekî bi min xweş in, min li zaroktiya min vedigerînin..

Di zaroktiya min de, dema ku em li gund bûn, di şevên reş de, Apê min Birko stêrkên mîna Kerwankuj, komka sêwiyan, Rêka Kadiz, Gelawêj.. Şanî me dida..

 lê îro her tişt li bin guhê hev ketiye.. Ew stêrên berê, êdî nema di esmanê me de xuyane.. Esman jî hatiye guhertin, nema ew esmanê berê ye ê ku bi stêrikan xemilandîbû.

Xelat