Mixabin wek Filestîniyan li me hatî..
Nivîskar: Hozan Efrînî
Mixabin wek Filestîniyan li me hatî..
Tenê em dibezin avakirina sazî û rêkxistinên bê sûd.
Heya niha me nikarî pêngaveke sûdmend û berhemder ji bo Efrînê û xelkê me ê li hundir mane û ên li derva koçberbûne bavêjin.
Me nikarî çalakiyekî bi bandor lidarbixin taku aliyên Kurdistanî berjewendiyên xwe bi Efrînê re derbas nekin û Efrîn û Efrîniyan ji xwe re nekin pirê derbasbûnê.
Me nikarî rêzên xwe yekbikin û kongireyeke yekbuyî bi bê ecnîdeyên partîtî yên teng û dûr li berjewendiyên kesayetî teng lidar bixin.
Me herdem bi hizrên partiyan lihevda û me hevdu biçûk kir.
Me nikarî di heyama 7 salên malwêraniyê de xwedî helwest bin.
Me nikanî festîvalekê bikin ku tê de rastiya Efrîn û dîroka Efrîn û Efrîniyan bidin nîşandan ku di hemû salekê de li Ewropayê bi beşdariya alî û rêxistinên sivîlî û hikûmî û ne hikûmî saz bikin tako deng û daxwazên me bên nasandin.
Me nikanî û nikanî û her nikanî..
Em bûn bê xwedî.. Em bûn sêwî…Em bûne koçber û awere û penaxwaz li welatên navçeyê û cîhanê..
Ez ji we hemuyan dipirsim û bi taybet ên ku Encumen û rêkxistin û saziyêm bo navê Efrînê saz dikin..?
Gelo hûn xwedî li çend birîndarên sivîl ên Efrînê derketin û we ew derman kirin û zarokên wan bi xwedî kirin.
Gelo we çend zarokên Efrînê çi li hundir û çi li derva dilxweş û bi hêvî kirin.?
Gelo we çend komele an jî saziyên taybet li Ewropayê saz kirin ji bo alîkariya keç û ciwanên me li Efrînê ku bikanibin proseya hevjîntiyê pêk bînin û nebin berdestikê komên çekdar.
Gelo hûn dizanin ku hejmareke mezin ji ciwanên me nikarin hevjîntiyê pêkbînin û keçkên me bi çekdarên ereb û turkman re hevjîntiyê dikin..?
Gelo hûn dizanin ku rewşa me Efrîniyan ji ya Filestîniyan xeraptir û metirsîdartir dibe..?
Gelo heya niha çi sazî an jî rêkxistinên ji bo Efrînê dûr ji ecnîdeyên partiyan hatine sazkirin..?
Rêzên me ji partiyên kurdî û Kurdistanî re heye , lê eger alîkariya wan bi bê hember be emê sûdmend bin, lê wek hûn hemû dizanin ti partî wiha nake û ji ber wê yekê tiştê bi serê me de hatiye heya bi serê Filestîniyan de jî nehatiye. Ji ber ku Îsraîl maf dabû bi wan, lê wan li xwe têkda. Lê mixabim ê me em ji hemû pişkên jiyanê bê beşin.
Efrîniyên hêja werin em wek Kurdistanî bifikirin û wek Efrînî kar bikin û ji hevdu hez bikin û yekbigrin û birîn û êşên xwe derman bikin.
Tikaye tikaye werin ser jêla Efrînparêziyê bila wek Filestîniyan li me neyê.
Filestînî tenê ji bo karên xerap jo aliyê welatên Erebî ve bikar hatin û navûbangên wan têkdan û gelek neşêrîn kirin.
Filestîniyan ne welatê xwe rizgar kirin û ne jî bûn Filestînîperwer. Li Sûriyê, Misrê, Êraqê û li Urdinê bûn nandoz û kertûlxwer û li hemberî kurdan û opozisyonên xwe kirin destikê çeqo û kêrê û ew neşîrîn û têkder dan nîşandan. Kurdên me ên Efrînê werin em çand û huner û yekrêziya xwe biparêzin. Eger em nikarin Efrînê biparêzin û rizgar bikin werin em civaka xwe ji perçebûn û jihevketin û ji neyartiya hevdu û mavxweyî rizgar bikin û jihevdu hez bikin û xwedî li hev derkevin.
Werin em xwedî li hunermend û mamoste û rojnamevan û nivîskar û çalakvanên xwe ên Kurdperwer û Efrînperwer derkevin.
Werin li cihê avakirin û damezrandina ewende rêkxistin û sazî û kom û boçbend û komeleyan, em hemuyan di yek saziyê de kom bikin û bi yek helwestê saziyiyekî sivîlî yekbuyî ji bo Efrîn û Efrîniyan saz bikin ku bikanibe li gel aliyên kurdî û Kurdistanî û navneteweyî wek nûnerê rasteqîne ya Efrînê danûstandin û peywendiyan pêşbixe û hewil bidin ki xwedî derketina li Efrîn û Efrîniyan li her derê derkevin û derman bin ji êş û birîn û nexweşiya Efrîniyan re bin.
XELAT