Vegera Efrînê dîroka Horî diparêze

Vegera Efrînê dîroka Horî diparêze

Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Ev nerîna min a roja qiyamet û rabûnê bû ku bi ser Efrîniyên li Şehbayê de hatibû. Roja ku têde jiyana me li me bû jehir û zihêr. Roja jidestana giranbihatirîn mirovdost û kurdperwer û şoreşgerê sade ê Şehbayê mamoste Ebdo Murşid bavê Ronahî ku 7 salan bi heçû dijwarî û zehmetiyan ve xizmet û xevat ji bo Efrîniyan dirêjpêder dikir. Roja qiyametê ango Roja 2-12-2024 ku ew zindîbû û ez jî mirim.

Ev nerîna min ya derbarê dermeketin ki Efrînê û dûrnejetin ki gundawrên xwe ji roja 18/3/2018 û heya roja îro jî her we ye.

Serbarê ku ez rastî gelek rexne û gef û nelihevî û gotinên nezanan hatim. Lê ezê her bibêjim vegera Efrînê jiyane û vejînê saz dike. Veger ango vegerandina abru û rûmeta civaka Efrînî ya resene.

Ji ber ku civaka kurdên Efrînê di rewşeke cudatirî ên navçeyên din de jiyan dikirin.

Kurdên Efrînî bi sedam salan li ser axa xwe nûn, wê het vegerin ser axa xwe, warê Horî û Mîtan, warê Çiyayê Kurmênc.

Ew kesên ku rexne û hotinêm bi êş aresteya min dikirin û ji min re digotin banga te ji bo vegera Efrîniyan dikeve xizmeta neyaran, ew bi xwe niha xwe amade dikin ji bo vegerê û beşek ji wam gihîştine Efrînê û wênen û vîdyoyan diweşûnin.

Ez bi hêbî me ku banga min ji no xelkê me ê Efrînê bibe cihê dilxweşî û xweşhaliyê. Ji ber ku min j malbata xwe ve destpêkir û piştre ji cîran û dost û hogir û xelkên din daxwaza vegerê kir.

Ev jî nibîsa min a ku min piştî dagîrkirina Efrînê nivîsiye ji bo dîrokê ez dubere diweşînim.

 

Veger çareseriya parastina Efrînê ye

Veger çareseriya Parastina Efrîn ê ye û xwedîderketine li resentiya demografîka wê û dîroka wê ya Horî ye.

Vegera Efrînê û xwedîderketin li gundên xwe ango têkdana projeya şovenîste ya ku ji aliyê opozisyona nepak a Sûrî nasên riya ve dest pê kiriye ku dixwazin bi wê projepîlanên şovenîst û siyaseta guhertina dîmografîk li Efrînê pêk bînine.

Ji malbatên min ên nêzîk ku niha li wir mane, Meta min Emîne Mihemed Murşid ya delal û pir nirxdar Emîne Mihemed Murşid û xalê Mistefa Hesen yê hêja, dayîka min Minîre Hesen Meyrikê ya delal û birayê min Kemîran û malbata birayê min ê nemir Bavê Şiyar , xalê min Edhem û Mihemed Elî û Fedlî ên pir hêja herweha Apê Hesen bavê Mihemed Elî û malbata xwe li Çobana û malbata Mihemed Elî (Edhemê Tislorê) û Osman bavê Rêzan li Şiyê, mala Hemo û Evdoyê Henan li Miskê û mala Ehmedê Birîm û Fewzî Hesenê û Hec Dilêmên û Eyûbê Zêbê û li gel hejmareke din ji mirovên nêzîk û ên navçeyê ku dikarîn bi vîna hêzdar û azad vegerin mala xwe û rê li ber nîştecîhkirina dûvdirêj û nasî riyan girtin û projeya guhertina dîmografîk jî lawaz bikin..

Hinek birader û dostên nêzk ji min pirsiyan ku gelo çira tu post û nivîsên xwe de, her tim amaje bi vegera xelkên Efrînê dikî, gelo tu razî dayîk û buira û malbata te û ên nêzîkî te li wir bin an jî vegerin, ji ber wê yekê, min navê hinek ji malbata xwe û xizmên nêzîkî xwe da nivîs tako were zanîn ku ez bi dirûşm û siloganan daxwaza vegera welêt nakim. Ez ji bo dîrokê wiha dibêjim û daxwaz dikim tako Efrîna min nekeve bin bandora Erebên Gota û Dumêr û Turkman qereçên Hema û Humsê de û dîmografîka wê neye guhertin.

Ne veger ne dadweriye, vegera bê proje jî pir metiersî ye. Di vir de dibe ku ciwan derbasî Efrînê nebin, ji ber ku ew ciwan wê ji aliyê nasî riyan û çeteyam ve bêne bikaranîn û wê bêne xapandin û wê bi darê zorê tevlî rêzên komên xwe ên çekdar bikin û wê li hemberî kurdan û rêjîm û hevdu jî bidin bi karanîn.

Vegera welêt bi serê xwe, xalek ji xalên Berxwedana bi rûmet ya li hemberî dagîrkire û guhertina dîmografîk ya ku li hemberî axa Efrîn ê bi rêve diçe ye.

 Vegera Efrîn ê rêgirtin li ber vejandina proje û ramyariya bi erebkirin û bi turkmankirina axa pak û bi rûmet ya Efrîn ê ye.

 Lê di vê demê de, vegera ji bo wan kesên ku metirsî li ser wan kêmin û tu bihaneyên nasî riya û dagîrkeran li hemerî wan naye dîtin e.

 Vegera welêt naye wateya xwe radestkirin û bê vînkirin e. Bi berevajayî wê, veger jî Efrîn ê re , rengek ji rengên bersivdanê ye, rengek ji rengên xwedî derketin li rastiya berxwedanê ye.

Heger yek were ji min re bibêje ku bi vegera welatiyên Efrînî, wê çekdarên nasî riya destdirêjiya ser namûsa jinên me bikin, wê demê, mirov bala xwe dide aliyên din ên Kurdistanê ku di bin destên neyar û dagîrkeran de ne. Bo nimûne 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê wek Efrîn ê, di bin dagîrkirina tirkan û nasê riyan de ne, her weha li Rojhilatê Kurdistanê jî , bi heman awayî bindestin. Wek gelek zana û serok û serwerên kurdan dibêjin; "Ax û welat namûsa herî giranûbuha û nirxdarin." Ev gotin û nêrînên wan serok û zanayan tê wê wateyê ku; "Welat ango dayîk û dayîk ango namûs hemû girêdayî heve."

Di rastiyê de helwesteke cuda derdikeve holê, ew helwest bi yekcarî dûrin ji rastiyên ku gel û doza gelê me tê re derbas dibe ye, hinekî bi nav serkirdeyên ENKSê didin ragihandin ku li Efrînê guhertinên dîmografîk tune ye û bi bê berpirsiyartî berevaniyê li dagîrkeran û çeteyên bi wan re dikin û gotinên tevahiya xelkê Efrîn ê ku li ser ragihandinan didin xuyakirin ku binpêkirina mafên mirovan û mafên kurdan û mal û milkên welatiyên Efrînî tên kirin, hinek serkirdeyên ENKSê jî wan tevan bi derew derdixînin û hemuyan bi PYDê ve didin girêdan û didin nsandin ango heman reftar û têgeha dagîrkeran li ser Efrîn ê birêve dibin û xwe dikin bi parêzerên dagîrkeran, lê bi reng û awayekî û perdeya kurdeyetiyê.

Bawer bikin wê rojek were, ENKSê wê ji partiyên fost û hogirên PYDê xwe bike dost û hevpeyçana PYFê, piştî ku Xweseriya Rojavayê Kurdistam pêşbikeve an jî guhertim di têjîma Şamê de bê kirin.

Ji bo rêgirtin li Projeya şovenîstan û kertûlxweran, pêwîste ku projeyeke vegerandinê ji aliyê Xweseriyê ve hebe tako proje û pîlanên ku ji bo guhertina dîmografîk bête binxistin û jinavbirin. Ji ber ku eger em li benda biryar û gerantiyên navneteweyî bin, wê demê, em nikarin ti hêviyan ji bo pêşeroja xelkên Efrînê ên ku niha li deverên dervayî Efrînê dijîn û bûne paneber.

Pêwîste mirov waneyan ji paneberên Filestîniyan wergirin, her weh ji paneberên Kampa Mexmûrê ya ku ji Şirnaxê ji ber fişarên artêşa Tirkiyê ji sala 1994`an ve koçber bûn û heya îro venegerîn û hemû zarokên wan bûn bi Êraqî û reng û dîmen û rastiya Şirnax û Botanê ji bîr kirin, her weha kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî ji salên 1982`an ve ji dest fişara artêşa Êranê koçberê Êraqê bûn û li Kampa Taş ya Remadiyêm nîştecîh bûn û pişt re jî vegeriyan deşta Şerezûrê û hemû bûne bi Êraqî û her nizanin ji kujan bajarî hatine û bi taybet zarokên ku li Êraqê jidayîk bûne.

Xweseriya Demokratîk dibêje, bila venegerin heya ku gerantiya navneteweyî bi dest dikeve, lê mixabin, her kes baş dizane ku di sazî û dezgehên navneteweyî de, ti gerantî ji bo mafên gelan û mirovan nemaye û herdem piştgirên aliyên zordarin û rewşa dawî ya li Efrînê weke nameyeke aşkire bû. Ku ew sazî ji erkên xwe ên mirovî dûrketine û nê rûmet bûne

Wek tê zanîn ku wuşeya penaber yeke ji wuşeyên ku herî pir tên gotin di ragihandin û saziyên mirovî yên cîhanê de . Gotin û wuşeya paneber ji encama koçberiya milyonan mirovên ku maf û azadiya wan ji ber ceng û buyerên xwezayî û pîlanên dagîrkerî û şovenîstî ji siyasî neyartiyê derketiye û tê bi karanîn .

Îro jî li devera Şabayê bêhtir ji 250 hezar kurdên Efrînî li çol û baniyan koçber û paneber û awerebûne û ti kes û ne jî ji aliyên saziyên navneteweyî xwedî li wan dernakevin û heya niha wek paneberên din ên cîhanî jî najmêrin. Hemû kes û alî jî başm dizanin ku wan ji neçarî dev ji navçe û gundewarên xwe berdane û bo darê zorê koçberê deverên dervayî Efrînê bûne .

Bi nêrîna min û li gorî lêkolînên min ên derbarê çarenivîsa paneber û koçberan de, wiha derdikeve holê ku ji bilî vegerê, ti çareseriyeke din naye dîtin û eger em bibêjin heye, wê demê, mirov dikare bibêje tişteke nûh û bê wêne hatiye holê eek guhertina rêjîma dîkteorê Şamê, an jî dîktetorê li Enqerê tako ew rewş bi esanî bête guhertin û vegera xelkê me ji Efrînê re asayî bibe.

Ji ber ku dagîrkirina Efrînê bi rêkeftineke herêmî û navneteweyî bû, azadkirina Efrînê jî, pêwîste her bi heman rêkeftin û biryarê be. Eger na, wê demê, em ji rastiya dûrdikevin û nikarin ti çarseriyê ji bo 250 hezar koçberên Efrînê peyda bikin û riya herî rast û guncaw eve; Vegera xelkê Efrînî ji gundwarên xwe re çareseriya parastina Efrîn û dîmografîk a wê ye.

 

21/4/2018

Xelat