"Te çima bi kurdî pir ne xwand?"

"Te çima bi kurdî pir ne xwand?"
Nivîskar û Helbestvan: Husên Hebeş
"Te çima bi kurdî pir ne xwand?"
"Neviya min Lanya"
Lanya – neviya mine pêncsalnîvî- bersiva pirsa min da, gava min jê pirsî: Xwandin bi dilê te bû? Wê jî yek û du nekir, tavilê bersivand, „te çima bi kurdî pir ne xwand“.
Min jî got, sêrke hele çiqas kurd li vir in? Her tu, dayîka te û dapîra te û du kurdên me yên zaza hatine vir, ew jî kurmancî kêm zanin.
Birastî ez ne li wê bawerê bûm, ku Lanya min weha şabike bi pirsebersiva xwe.
Di xwandina berhemên xwe ji salan de li pir welatan die destpêkê ez bixêrhatina mevaneguhdaran bi zimanê wî welatî dikim, paşê jî bi kurdî û destpêka xwandinê berhemke kurdî dixwînim, ta biyanî çawananiya xwandina helbestan bi kurdî zanibin, û hinekê awaz û bilêvkirina peyvên kurdî bibîhsin.
Helbestvan û pispora helbestvaniya fransî Doris Distelmaier-Haas di gotareke xwe de nivisîbû û -çawa tê bîra min naverok bi vê wateyê bû- gava helbestvan Husên Hebeş helbestên xwe bi kurdî dixwîne, pîwîst nake mera wergera wan bixwîne, mera hemî tiştî têdigîhne bi saya huneriya xwandina wî.
Xwandina roja 16.09.2023 jî serketî bû ji guhdarên elman re, lê mixabin kurd wek adetê guhnadin çalakiyên çandî kurdî. Kesên bi kwîranî nekevin nav çanda nivêsevanên gelê xwe û şakariyên wan nexwînin û guhdar nekin, ew ji aliyê rewanî û derûnî de qels in, jar in, ew nikanin birastî li gelê xwe xwedîderkevin.
Ispas ji bona berspir û xebatkarên Literaturhaus li Bonnê, ku bi şakarî çalakiyên xwe birêvabirin, herweha ispasiyên germ jî bona berpirsên Kurdische Geminschaft li Siegburg û li Rhein-Siegê Musa Ateman û hevjîna wîya delal re, bo pişkdariyê, tevî ku li bîranîna yeksaliya cangoriya keça kurd Jîna Emîn bûn li Kölnê bûn. Ew zanin karekî weha çiqasa hukardar e di nav elmanan de.

20.09.2023
XELAT