"Li Çola Xerîbiyê"
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Stran Ebdulah dibêje: Her goreke komî ya ku tê kolandin sed birîn û sed bîranînên tal ji nûve vedike, û em berê xwe didin kuve Semaweke biçûk yan mezin qedera dayîk û xwîşk û keçên me vedibêje.
Di gotarekê de bi navûnîşana (Li ew çola li xerîbiyê) Stran Ebdulah weha nivîsiye: "Em berê xwe didin kuve Semaweke biçûk yan mezin qedera dayîk û xwîşk û keçên me vedibêje, Pêlava lastîkî û bazingên sor û zer û seatên rawestayî ku 36 salin mit û mat û melûle. Her goreke komî ya ku tê kolandin sed birîn û sed bîranînên tal ji nûve vedike."
Stran Ebdulah dibêje: Serdemekê di bîranînên Enfalê de sernivîs weha bû (Em 182 hezar Enfalkiriyên xwe dixwazîn).
"Mamosta Kazim Semawî sernivîserê rojnameya Însaniyet ku ji salên 60`an de ku berevanî li mafê gelê kurd dikir rojekê mêvanê Mam Celal bû, piştre ew jî penaberî xerîbiyê bû ji Mam Celal re got: Yek bê yan dused hezar bin weku jimare nebêjin çûnkî ewan goşt û xwînin, ew mirov laîqî jiyan û hêjayî welatekî azad in." Stran Ebdulah weha nivîsiye.
XELAT