Rewanbêjî û idyomên ku di zimanê kurdî de

Rewanbêjî û idyomên ku di zimanê kurdî de

Nivîs: Dilşa Yûsif

 

Rewanbêjî û idyomên ku di zimanê kurdî de hene gelek bi wata û zengînin .

Wek nimûne evên behsa dil dikin:

Xwîn dawerivî ser dilê min..

Te av di dilê min de werda..

Te di dilê min  de kir keser.

Te dilê min hişt.

Te dilê min şikand û êşand.

Te dilê min reşkir.

Te dilê min geşkir, xweşkir û coşkir.

Te dilê min bizdand û tirsand.

Te xurpînî ji dilê min anî.

Te dilê min hênik kir.

Te dilê min bir.

Te dilê min parî parî kir û qetqetî kir.

Ezê dilê te bi keritînim.

 

XELAT