Rêbaza Mam Celal kilîta çareseriyê ye

Rêbaza Mam Celal kilîta çareseriyê ye

Nivîskar: Hozan Efrînî

  

Dema ku mirov dibêje demokrasî an wekhevî an pêkvajiyanê an jî lêborînî an jî mafperwerî û nîştimanî, yekser Mam Celal tê bîra mirov. Gelo çira wiha dibe.?

Wek ezmûna min a 20 salî di nava kar û xebatên rojnamegeriyê de û bi taybet rojnamegeriya di bin sîberê rêbaza serok Mam Celal de, ev rastiya ji min re derket holê ku rêbaza serok Mam Celal kilîta çareseriya hemû pirsgirêk û arayîş û kêşeyên heyî li Kurdistan û li gel welatên cîran jî.

Di rastiyê de, rêbazê serokê rewanşad Mam Celal ne tenê ji bo gelê kurd çareseriye, lê ew ji bo hemû pêkhatên ku lin Kurdistan û li hevsînorên Kurdistanê dermana herî çaresere.

Ji ber wê yekê, dema ku Mam Celal serokkomar bû, di hemû kar û çalakiyên navnetewî ên serokkomartiyên navnetewî de, ji aliyê Êraqê, Mam Celal cihê xwe digirt û gotarên xwe wek pêwîst û bi wêrekî pêşkêş dikir.

Dema ku mirov vegere dîroka berê, di serdema xebata rewanşad serok Mam Celal de, mirov wê wan rastiyên ku niha ez tînim sernivîs li ber çavan bibîne. Ji ber ku ew karên ku Mam Celal dikir gelek dîrokî û cihê rêz û pêzanîn û rastiyan bû.

Dema ku mirov ew rastî dihanî ser ziman, bi bawerî û serfirazî dihanî û heya roja me ya îro jî her we ye. Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim, ez ji dil û ji kûrantiya mêjk û hizrên xwe tînim sernivîs. Ya yekê, ji zarokatiya min ve, ji ber girêdana birayê min mezin Mihemed Bavê Şiyar bi rêbaza serok Mam Celal û bi raman û kar û xebat û liva giştî ya Mam Celal ve, her weh xaletiyê bavê min nemir Nebî Elî Riza bavê Mihemed ku herdem çêra rastiya kar û siyaset û peywendiyên dîplomasî û xebat û tekoşîna serok Mam Celal dikir û ji aliyekî din ve jî, Dr. Xelîl Mihemed ku yek ji endamê demezrênerê yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bû, gelek caran bi hûrgilî li ser rastiya peywendiyên xwe û Mam Celal diaxivî û çawa ew û Seydayê nemir helbestvan û siyasetmedarê mezin ê kurd Cegerxwên ji Rojavayê Kurdistanê hatine Bexdadê ji aliyê nemir Mistefa Barzanî û rewanşad Mam Celal ve hatine pêşwazî kirin. Her weha çêrokekî xwe ji min re anî ser ziman ku derbarê hatina xwe Bexdadê û şandina ji Rûsiyayê re ji bo xwendina bilind ku bi vê awayî bû:

Diktor Xelîl Mihemed Ebdula ku ji Efrînê ye û yek ji endamên desteya damezrêner ê yekemîn partiya kurdê Rojavayê Kurdistanê û Sûriye ye ku niha jî her xweş û baş li Amerîkayê dijî, ji min re got, xwerzi were ez rastiyeke Mam Celal ji te re vebêjim, û got; Di sala 1959`an de, ez û Seydayê Cegerxwîn hatin Bexdadê û em ji aliyê nemir Mila Mistefa Barzanî û Mam Celal ve hatin pêşwazî kirin. Wê demê Mam Celal endamê serkirdeyetiya PDKê bû û berpirsê karûbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Ji me pirsiya ku hûn dixwazin çi karî bikin, Seydayê Cegerxwîn got; Ez hez dikim di karbûbarên rojnameya Xebat de bixebitim û pişt re dest pê kir. Ji min jî pirsî, min got eger derfeta Radyoya kurdî hebe, ezê kar bikim û pişt re di radyoyê de min kar kir.

Diktor Xelîl aşkire kir ku rojekê Mam Celal bangê min kir û got; Ji ber ku ez dibînim tu jîr û zîrekî, ez dixwazim te bişînim Rûsiyayê, gelo tu amadeyî biçê bo xwendina bilind li Yekîtiya Sovyetê.? Min got eger derfet hebe ne kêşeye.. Piştî çend rojan bangê min kir û ji min re got xwe amade bike.. Piştî ez çûm Rûsiyayê û min xwendina diktora di aboriyê de anî, min jê re got ez niha amade me vegerim Kurdistanê û bi we re bixebitim, Mam Celal ji min re got; Keke niha neyê, rewşa me neliheve, em bi hevdu ketine û em û aliyê Mela Mistefa nakokin. Tu li wir be tako tu bikaribê xizmeta kurdên Sûriyê bikî. Min xizmeteke bê berember û bê hember kir wek erkê ser milê min.

Diktor aşkire kir ku ev gotin û helwest gelek ji min re watedar bû. Ez bawer dikim kî buya wê ji min re bigotina were xwe bike aliyê me û wê heman helwestê Mam Celal nebûya.

Her weh Elî Şahîn ku ji Efrînê ye li Lîbyayê di dema ku rêveberê otêleke de bû rewanşad Mam Celal li wê otêlê dima û bû yek ji kesên cihê baweriyê li ba Mam Celal û dede Hêroxanê,  Elî Şahîn jî gelek caran çêra serok Mam Celal û şêwazê danûstandin û riya çareserkirina arîşe û aloziyan û qezenckirina mirovan û karkirin bi bê berember ji min re aniye ser ziman.

Her weha gelek kes û kesayetiyên navdar û nêzîk Mam Celal wek rewanşad (Lale Serhed Xelîfe Yunis û Ehmed Xan Zêro Begê Herkî) û gelek kesên din. Koça Mam Celal ziyaneke mezin ji bo doza rewa a gelê kurd û Kurdistanê bû.

Tê wê wateyê ku Mam Celal karîzmeya Kurdistanî û navçeyî bû ye û kilîla çareseriya aloziyan bû ye. Rewanşad û cih beheşta berîn be.

Bi boneya 7`mîn salvegera koça dawî ya rewan şad Mam Celal ez serxweşî li xwe û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî malbata Mam Celal, Dede Hêro û serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û kak Qubad Talebanî dikim.

 

XELAT