Pîrozbahiya YNK ji bo cejna serê sala nû ya Êzdiyan
Bi boneya hatina cejna serê sala Êzdiyan, mekteba siyasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê pîrozbahiyên germ pêşkêşî Êzdiyan dike. Eve jî naveroka peyamê ye:
"Bi boneya hatina serê sala Êzdî, em pîrozbahî li xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan, Êraq û Cîhanê dikin û em hêvîdarin cejna xwe bi şadî û aramî bi ser bibin.
Gelê me yê Êzdî pêkhateyekî resen yên Kurdistanê ne û çendîn serkirde û fermandarên jêhatî bi awayekî aktîv beşdarî di tevgera rizgariya kurdî de û bi taybetî di Şoreşa Nû de kirine û di nav tekoşîna çekdarî de qurbanî dane. Her weha di dîroka dêrîn û hevçerx jî de çendîn car ji aliyê dijminan ve rastî jenosîdê û qirkirinê hatine, nexasim berî çend salên borî di dema êrişên toroîstî yên DAIŞ de, lê gelê Êzdî rijdbûne li ser parastina nasnameya xwe ya taybet.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK`ê wek herdem parastina nasnameya Êzdiyan û taybetmendiyên wan bi erkê xwe dizane û daxwaz dike ku gavên avadankirina navçeyên ziyan berkeftî bi hemahengiya zêdetir di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de bi armanca vegera awareyan bo dever û warên xwe û êş û azarên wan de ji dosyeyên din bên dûrxistin.
Bi vê boneyê em tekezî li giringîdana dabînkirina jiyan û jiyareke bi rumet û jêhatî ji bo hemû Êzdiyan dikin, ji bo misogerkirina pêşerojeke baştir û kûrkirina rewanê pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê û hemû pêkhateyên Êraqê."
Mekteba Siyasî ya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
XELAT
