Gelawêj Xan: Silêmanî ji destpêkê ve weku paytext hatibû avakirin
Ronakbîr û nivîskara Kurd û hevjîna siyasetmedarê mezin Îbrahîm Ehmed (Gelawêj Xan) ji bo bîranîna avakirina bajarê Silêmaniyê gotarek nivîsiye û dibêje, îro temenê damezrandina bajarê Silêmaniyê 239 sal derbas dibe û hîna jî ew lawê bi helmet û helwêste ku berev asoya geştir ya karwanê pêşkeftinê û perwerdekirinê û rabûn û vejînê ye".
Gelawêj Xanim weha dibêje: "Bajarê Silêmaniyê ku wek dîrokê ji me re tomar kiriye di roja 14`ê Mijdara sala 1784`ê piştî zayînî de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve weku paytexta mîrîtiya xwe damezrandiye û navê kurê xwe Silêman Paşa lê kiriye, eve jî wek nîşana xweşewîstiya paşayên mîrîtiyê bûye ku Silêmanî wek goşeya kezeba xwe bi nav dikirin."
Bi gotina Gelawêj Xanê, ji wî demî û heya niha Silêmanî her paytext û her bajarê bajaran û bajarê helmet û qurbanî bûye û piraniya çalakiyên ferhengî û rewşenbîriyê bûye û malbendê dahênerane û parlemena Kurdistanê jî navê wê kiriye paytexta rewşenbîrî ku hêjayî wî navî ye. Her weha vî bajarê serê xwe ji tu zordaran û stemkaran û dujminên gelê Kurd û nehezan re daneynaye.
Di dawiya axaftina xwe de Gelawêj Xan bi vê boneyê serkeftinê û pêşkeftinên zêdetir ji bo bajarê Silêmaniyê dixwaze û hêviya xwe ewe ku li gel deste xwîşkên din ên şîrîn (Hewlêr, Duhoka delal, Helebça şehîd û Kerkûka Kurdistanî) û hemû bajar û bajarok û gundên her çar parçeyên welat herdem geştir bin. Her wisa bibin yek û hev bigrin li hember dijminên Kurd û Kurdistanê rawestin.
Gelawêj Xan, weha dawiyê bi gotina xwe tîne û dibêje: "Çawa ku çav bi bedewiya dîmenan têr nabe, guh bi muzîka resen û dil jî ji evîna vî bajarî têr nabe".


XELAT
