Serok Bafil: Armanca ajansê parastina Kurdistanê ye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serpereştyarê Sekretariya Serok Mam Celal Qubad Talebanî bi Berpirsê Ajanisî parastin û zaniyarî/zaniyarî Celal Şêx Nacî re civiyan.
Di civînê de pêşhatên dawî yên ewlekarî û hewlên parastina aramî û jiyana welatiyan hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de Celal Şêx Nacî erk û stratejiya nû ya dezgeha parastina asayîşa herêmê pêşkêş kir.
Di serî de Serok Bafil Celal Talebanî pesna bêwestanî û dilsoziya Celal Şêx Nacî ya ji bo bicihanîna erkên xwe di qonaxên cuda de da û got ku Ajanasa parastin û zaniyarî/zaniyarî di rêyeke rast de dimeşe û wê weke dema Serok Mam Celal ku parastina berjewendiyên netewî û xizmetkirina hemwelatiyan tê de erkên xwe berdewam bike. Ev jî ji bo me kêfxweşî ye û tenê armanca ajansê parastina Kurdistanê ku dûr e ji desthilatdariyê û berjewendiyên taybet.
Her li vê hevdîtinê de Serok Bafil piştgirî û alîkariya xwe ji bo serxistina erkên Serokê Ajanisî parastin û zaniyarî/zaniyarî nîşan da û got, Celal Şêx Nacî hertim weke birayê min û dostê min ê nêzîk û karekterekî diyar ê YNKê dimîne. Ew kesayetiyek bibandor e di nav dezgehên ewlehiyê de û xwediyê dîrokek geş di şerê li dijî terorê û bêqanûniyê de ye. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin vê erka dîrokî û bi stratejiyek nû vê erka dîrokî pêk bînin.