Xanima Yekem a Êraqê: Hevgirtina tevgera Kurdî li Rojava gelekî giringe

Xanima Yekem a Êraqê: Hevgirtina tevgera Kurdî li Rojava gelekî giringe

Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed digel kesayetiyê diyar ê olî û nîştimanî yê Rojavayê Kurdistanê Şêx Murşîd Meşûq Xeznewî civiya.

Di wê hevdîtinê de li ser girîngiya yekîtî û xebata pêkveyî ji bo xizmetkirina gelê kurd ê Rojava û misogerkirina paşerojek dadperwer û li ser pêwîstiya xurtkirina jiyana aştiyane di navbera civakan de hat gotûbêj kirin.

Her weha Şanaz Xanim girîngiya yekgirtina tevgera neteweyî û siyasî piştrast kir û tekez li wê yekê kir ku divê piştgiriyê bidin rola pêşeng a jinan di civak û siyasetê de, ku gelek caran selmandine ku ew bingeha pêşketin û aştiyê ne.

Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Xanimê Şêx Murşid re pabendbûna xwe ya bi gihandina dengê gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê li ser asta navxweyî, herêmî û navneteweyî ji nû ve piştrast kir.

XELAT