`Yar û Diyar` ferhenga Kurdistanê ji Xaneqînê ta Yerîvanê

`Yar û Diyar` ferhenga Kurdistanê ji Xaneqînê ta Yerîvanê

Pirtuka `Yar û Diyar` ku ji aliyê nivîskar û rojnamevan û wergêrê Kurd (Cemîl Melaqere) ve hatiye nivîsandin û li ser erkê rojnameya (Kurdistanî Nwê) rojnameya siyasî giştî ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê derdixe û navenda wê li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye  hatiye çapkirin û belav kirin.

Pirtuka `Yar û Diyar` hêjmarek babetin derbarê ferhenga Kurdistanê li Îran û Toranê her weha ji Xaneqînê heta Laçînê (Kurdistana Sor) .

Nivîskar di pirtûka xwe de ronahiyê dixe ser pêşkeftina ferhenga Kurdî li cem Kurdên Yerîvanê paytexta Ermenistanê û Qefqasiya û welatên Sovyeta berê, her weha balê dikşîne ser radyoya Kurdî ya Yerîvanê û bi dîrokeke vebiriqî di ragihandina Kurdî de wesif dike dema ku digot (Yerîvan Xeber Dide) mala hemû Kurmancekî li şûna çirayan ronahî dikir.

Her weha dengê sedan hunermendên Kurd dighîşte nav malên Kurmanca wek Gerabêtê Xaço û Aramê Dîkran ku bi esil Eremenine lê bi Kurmanciya Şêrîn stran û awazên xwe digotin û dilê Kurdan li ser hezkirina welat geş dikirin.

Sekoya Kurmancî