Duyemîn konferansa ragihandina YNK bi serkeftî bi dawî hat

Duyemîn konferansa ragihandina YNK bi serkeftî bi dawî hat

Îro 12/1/2024 duyemîn konfransa Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi awayekî serkeftî bidawî hat û hemû biryar û pêşniyar dê radestî Mekteba Siyasî û Serokatiya YNK`ê bêne kirin.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Îmad Ehmed gotarek pêşkêş kir û ragihand: Duyemîn konferansa Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serkeftî bi dawî hat û weke ku me di van du rojan de nîşan da, em hez nakin teqlîda tu medyayeke din bikin û ragihandina me taybete bi me. Îmad Ehmed diyar jî kir ku, serkeftina konferasê dê bibe sedema serkeftinên din jî. 

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî axaftina dawî ya konferansê kir û got: Em kêfxweşin ku konferansa Ragihandinê  bi serkeftî bi dawî hat. Her weha tekez kir ku, encam û îradeya ragihandina YNK pêwîstî bi misogerkirina guherînan û pêşketinan heye.

Letîf Nêrweyî spasiya berpirsê pêşîn yê mekteba ragihandina YNK`ê Stran Ebdullah kir û da zanîn ku demek dirêj xizmet kir û hemû hewlên xwe ji bo serkeftina medyaya YNKê daye.

Piştî 14 salan, Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di nava du rojan de bi amadebûna nêzîkî 350 endaman û zêdetirî 40 pisporên medyayî û mamostayên zanîngehê û bi beşdariya hejmareke ji endamên mekteba siyasî û serkirdayetiyê, duyemîn konferansa xwe lidar xist.

XELAT/ PUKMEDIA