EKR banga UNHCRê kir ku xwedî li nexweşan derkevin

EKR banga UNHCRê kir ku xwedî li nexweşan derkevin

Berpirseke Encumena Penaberan derbarê rewşa zarokên nexweş ên penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de wiha ji malpera Xelatê re ragihand: Ji bo rewşa penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û bi taybet di warê tenduristiyê de, gelek nexweşên ku pêwîstiya wan bi dermankirin û dermanan heye û di nava wan de, bi teybetî zarok hene.

Roşîn Serêkanî endama desteya bilind a Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye ji malpera Xelatê re wiha ragihand: Zarokên kurd ên penaxwaz nexweşiyên wan ên kironîk hene ku gelek bilez dibe li derveyî welat werin dermankirn, divê rêxistinên ser bi UNê ên peywendîdar û bi taybet UNHCR alîkarî û dermankirna zarokên penaber û penaxwaz bikin.

Serêkanî, di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha pêde çû: Dermankirin û xwedîderketin li nexweşan li stuyê UNHCR dibe bilez wan kesên nexweşiyên xwe dirêjxeyen û bi taybet zarokan derman bikin û ewên ku dermankirina wan li dervayî welatin divê wan li welatekî din bi cih bikin û nexweşiya wan derman bikin.

Di dawiya banga xwe de, berpirsa komîteya bilind a nûnerên Encumena Penaberan got: Divê UNHCR zû vê karî bikin ji ber ku nexweşî ranaweste û dê bibe sedema wendakirina jiyana wan û ev li stuyê wan de ye.

XELAT