Mamostayê dêrîn Mihemed Şêxo serdana mekteba ragihandina YNK`ê kir

Mamostayê dêrîn Mihemed Şêxo serdana mekteba ragihandina YNK`ê kir

Têkoşerê dêrîn yê Rojavayê Kurdistanê û hevalê dêrîn yê Serok Mam Celal û çalakvanê salên 60-70`yan ya tevgera xwendekarî û dostê herdem yê YNK`ê û derçûyê zanîngeha dostaniya di navbera gelan ya Moskoyê mamosta (Mihemed Şêxo) sardana mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê kir û ji aliyê endamê mekteba ragihandinê kak Ariyan Mihemed û Hozan Efrînî ve bi gerîm hat pêşwazî kirin.

Piştre jî Mamoste Mihemed Şêxo sardana Xelatê kir û pîrozbahiya xwe pêşkêşî stafa Xelata Kurmanca kir.

Mamosta Mihemed Şêxo ji bo çapkirina jimareya sifir ya rojnameya Xelat ku xelata Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê ye ji bo çanda kurmancan kêfxweşiya anî ziman û pîroz kir û hêviya xwe bo serkeftina rojnameya Xelatê xwest her weha destxweşî li stafa Xelatê kir.

Hêjayî gotinê ku Mihemed Şêxo derçûyê zanîngeha dostaniya di navbera gelan ya Moskoyê ye di serdema Yekîtiya Sovyeta berê ya kolêja endazyariya mîkanîka giştî û naznavê rawêjkarê endazyarî ji sendîkeya endazyarên Kurdistanê bi dest xistiye ku niha xanenişîne.

Di heman demê de mamosta Mihemed Şêxo wergêrê yasayî ye li dadgeha parêzgeha Silêmaniyê yê zimanê Erebî û Ingilîzî û Rûsî û Kurdî (Kurmancî- Soranî). Her weha bi xwe jî xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê dijî.

 XELAT