Li Almaniyayê piştgiriya Efrînê

 Li Almaniyayê piştgiriya Efrînê

Duh roja yekşemê 22-9-2024`an li bajarê Kolnê ya Almaniyayê, hejmareke ji Kurdistaniyên Ewropayê rijiyan ser cadeyan û piştîvaniya xwe ji bo xelkê gundê Kaxrê anîn ser ziman.

Di wê xwepêşandanê de, xelkê Kurd bi awayekî pir bihêz û bihêrs nerazîbûna xwe ji bo komkujiya gundê Kaxrê a ku li dijî jinên kurd pêkhatibû nîşan dan.

Hêjayê gotinê ye ku di roja 16-9-2024`an de, komeke çekdarên (Emşat) êrişî ser gundê Kaxrê kirin û di encama wê êrişa hovane de, şehîd û birîndar çêbûn. Ew êriş ji aliyê piraniya gelê kurd ve hate şermezar kirin. Hûn dikarin bi riya wêne û vîdyo çalakiya piştgiriya Efrînê bişopînin.

Xelat