YNK`ê di dengdana taybet de li Kerkûkê serkeftinek mezin bidest xistiye

YNK`ê di dengdana taybet de li Kerkûkê serkeftinek mezin bidest xistiye

Cudakirina destî ya dengdana taybet li parêzgeha Kerkûkê bi dawî hat û (Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye) nêzîkî ji %63`yê dengan bidest xistiye.

 Li gorî encaman di dengdana taybet de li sinorê parêzgeha Silêmaniyê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê pileya yekemîn bi dest ve aniye û li sinorê Hewlêrê jî rêjeyekî baş yê dengan bidest xistiye.

Her li gorî encaman ji giştî dengên taybet yên li Kerkûkê (Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye) ku lîsta YNK`ê û partiya komonîst ya Kurdistanê pêkve ne 20 hezar û 356 deng bi dest xistine. Her weha Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê jî 7 hezar û 938 deng bidest xistiye.

Li gorî wan encaman hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê 952 deng û piştî wê jî Newyî Nwê tê ku 938 deng bi dest xistiye.

Li gorî encamên ne fermi jî, namzeta kota ya xiristiyanên Kerkûkê (Incîl Ziya Şîba Berwarî) li pêş hemî namzetên dinê ye û dengekî zêde bidest xistiye.


XELAT/GK.tv