Zanîngeha Zengezorê a Kurdî li cîhanê hatiye pejirandin

Zanîngeha Zengezorê a Kurdî li cîhanê hatiye pejirandin

Lêkolîner û zimanzan û xwendekarê zanîngeha Zengezorê (Zeynelabidîn Zinar) li ser rûpela xwe ya torên civakî ragihandiye ku, Zanîngeha Zengezorê a Kurdî ya li Enqerê ji aliyê 172 welatan ve hatiye pejirandin.

Zeynelabidîn Zinar tekezî li wê yekê jî dike û dibêje: Beşa Kurdî ya Zengezorê, wê rûmeteke mezin li dinyayê bibîne. Her weha aşkira kiriye ku, kesê ku bixwaze Beşa Kurdî bixwîne, bila zû qeyda xwe çêbike.

Hêjayî gotinê ye, eve du salin ku Zanîngehea Zengezorê perwerdehiya xwe li Enqereya paytexta Tirkiyê berdewam dike. Di zaningehê de çend fakulteyên cuda hene. Yek jî bi navê Fakulteya Zimanê Kurdî hatiye tescîlkirin.

XELAT