Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo çû ber dilovaniya Xwedê

Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo çû ber dilovaniya Xwedê

Dengbêjê navdarê Kurd yê Ermenistanê (Feyzoyê Rizo) çû ber dilovaniya xwedê, dengbêj (Feyzoyê Rizo) kedek xwe ya mezin hebûye di pêşxistina hunera kurdî de û bi dengê xwe yê zelal êşa gelê xwe û destdanên gelê kurd digotin, em bi navê Sekoya Kurmancî û rojname û malpera XELATê ya ser bi mekteba ragihandinê ya YNK`ê serxweşiyê li malbata dengbêjê nemir û gelê Kurd dikin û bila serê gelê Kurdistanê xweş be.

Helbestvan: Seyrana Celad

Di derbarê koça dawî ya hunermend Feyzoyê Rizo de helbestvan û nivîskara Kurd Seyrana Celad weha nivîsiye:

"Em kurdên Ermenîstanê bi dilêşî serxweşî û sersaxyê didin malbata Dengbêjê me yî eyan û navdar FEYZOYÊ RIZO.

Feyzoyê Rizo, ku tevî gelek mûzîkjen û dengbêjên me bi dengê xwe xemiland bernamê Radyo Êrîvanê. Keda we nayê ji bîr kirin, bi zehmetî, bi dengê gelêrî we parast dîrok û çanda me kurdan, hûn bûn hêvî ji bo kurdên Diyasporay, ewan zimanê xwe bi dengê we û saya serê Radyo Êrîvanê bîr nekirin û kurd bûna xwe parastin.

Feyzoyê Rizo tevî Fetoyê Hodîk cara yekem bi alyê Mûzîkzan Cemîla Celîl va deng û kilamên wan hate qeyd kirin.

,,Fonda Zêrîn" a Radyo Êrîvanê da têne xwedîkirin kilamên Dengbêjê me yî nemir, repertuwara wî da cîh girtine çend kilamên xweş û bi wate ,,QÎZA MELE, XALO, LO LI MIN, KOSA DAXÊ".

Feyzoyê Rizo ji qewmê Şeroyê Biro ye(wisa dibêjin).

Gava di Radyo Êrîvanê da dengê wî hate qeyd kirin û belav bû li Kurdistanê seranser him dengê wî, him kilamên wî gelek hatin hezkirin, çawa edîtor Cemîla Celîl gelek name yê pesinê distand û hertim civak daxwezya kilamên Feyzoyê Rizo dikir. Gelek caran başdarî konserên derwayî welêt bûye.

Bila cêh Dengbêjê nemir bihûşta rengîn be, serê malbatê û gelê kurd sax be. "

Nivîskar û Lêkolerê navdar Dr. Eskerê Boyîk

Ji aliyê xwe ve jî nivîskar û lêkolerê Kurd yê navdar Dr. Eskerê Boyîk jî derbarê jiyan jidestdana hunermend Feyzoyê Rizo weha gotiye:

Rewșenbîriya me yê Ermenistanê mezinekî xwe, hunermend, dengbêjê gelêrîyî dengxweș Feyzoyê Riza jî wunda kir.

Dengê wî yî xweș, kubira șîrin ji malbeta Șeroyê Biro dihat, ew ji koma nemirên me, dengbêjya Radîoya Yêrêvanê Egîtê Cimo, Karapêtê Xaço bû… Dengbêj û evîndarê sitranên Bilbilê welatê Serhedê Evdalê Zeybikê bû…

Ew çû, hunira wî, dengê wî gelê wî ra ma.

Bira rehma Xwedê lê be, serê gelê Kurd û Ȇzdîxanê sax be.

 08.11.2023

 XELAT