Li Herêma Kurdistanê 43 xwendekar yekem bûn
Li Herêma Kurdistanê, encamên ezmûnên pola 12`ê ya amadeyî hatin ragihandin û 43 xwendekaran yekemîn bidest xistin.
Di sala xwendinê ya 2023-2024`an de, 122 hezar xwendekar beşdarî di ezmûnên pola 12`yê amadeyî de kiribûn.
Li gorî encaman 43 xwendekar di beşên zanistî û wêjeyî û pîşeyî de pileya yekemîn bi dest xistine. Her weha ji wan jî 31 xwendekar yên devera Silêmanî û Helebçe û rêveberiya Germiyan û devera Raperînê bûne.
Ji wan 31 kesan jî hersê yekemên beşa zanistî ku %100 anîne ji bajarê Silêmaniyê bûne û li bajarê Duhokê jî xwendekarek di beşê wêjeyî de %100 aniye û li beşê pîşeyî de jî 4 xwendekaran ji %100 aniye ku xwendekarek ji bajarê Hewlêrê bûye û 3`ê xwendekarên din jî yên bajarê Silêmaniyê bûne.
XELAT
