Serokê YNK: Hêvîdarim ev Newroz bibe sedema aştî û serxistina doza Kurd

Serokê YNK: Hêvîdarim ev Newroz bibe sedema aştî û serxistina doza Kurd

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî peyamek ji bo newroza milyonî ya bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê pêşkêş kir û eve jî naveroka wê ye: 

Bi boneya cejna Newroza Kurdan û Sersala Nû ya Kurdî ku hevdem e di gel serhildana Kerkûkê ya Qudsa Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li Kurdistaniyên hezkirî dikim û hêviya aştî, aramî, xweşiyê ji bo hemûyan dixwazim.
Newroz, peyama nûbûn, yekîtî, hevparî, biratî û yekîtiya Kurdan ji bo azadî û serxwebûnê ye.
Hêvî dikim, ev Newroz bibe sedema aştî, serxistin û piştgîriya doza Kurd li hemû cihekî. Gelê Kurd xwedî jiyaneke bi rûmet e, em bi hev re mil bi mil hewl bidin aştiyeke hertimî ji bo gelê Kurd bi dest bixin û ji bo serfiraziya Kurdistanê kar bikin.
Newroza we pîroz, şad û serbilind be.

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 

XELAT