Li Kerkûkê Kurd biser ket
Roja şemiyê 10/8/2024 civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê li Bexdadê birêveçû û têde namzetê YNK`ê (Rêbwar Taha) ku serokê `hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye` bû ji pişka Kurd wek parêzgarê Kerkûkê hate hilbijartin.
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî di vê derbarê de peyamek weşand û pîrozbahî li hemû çîn û pêkhateyên Kerkûkê kir û soz da ku siyaseta serok Mam Celal li Kerkûkê cîbicî bikin û bi yek çavî li hemû pêkhateyan seyr bikin.
Bafil Talebanî tekez li wê yekê jî kir ku, wê Kerkûkê bikin nimûneya pêkvejiyanê û dewlemendiyê û aramiyê.
Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de hevpeymaniya (Kerkûk hêz û vîna me ye) ku hevpeymaniya YNK`ê û partiya Komonîst bûye, 157 hezar û 639 deng anîn ku dike %43`yê dengan û 5 kursî bi dest xistin û bû hêza yekem.
Parêzgarê Kerkûkê (Rêbwar Taha).
XELAT