Konferansa Kurdên Qefqasya li Gurcistanê birêveçû
Konferansa Kurdên Qefqasya ya perspêktifên neteweyî, îro pêncşem 15-8-2024 li bajarê Tiblîsê ya welatê Gurcistanê birêveçû wê du rojan 15-16 tebaxê bidome.
Konferansa Kurdên Qefqasyayê bi beşdariya akademisiyen û rewşenbîr û siyasetvan û rojnamevanên Kurd li 16 welatên cîhanê û li herçar parçeyên Kurdistanê destpê kir û 70 mêvan beşdar dibin ji wan 26 kes wê azaftinên wan hebin.
Şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî yê YNK`ê û Endamê Serkirdatiyê (Salar Lale Serhed Xelîfe) û hevrêtiya (Siware Şakelî) nûnerê YNK`ê yê Rûsya û Qefqasyayê beşdarî di konferansê dikin û Salar Lale Serhed gotarekê pêşkêş dike.
Foto: Rûpela Hejarê Şamil
XELAT