Rewşa koçberên Efrînê dijwartir dibe
Piştî roxandina rêjîma Baes a Sûrî hemû xelkên Sûrî sûdmend bûn ji bilî kurdên Efrînê ku heya niha ew nikarin vegerin mal û gundewarên xwe.
Di wê barê de, welatiyeke Efrînî bi navê Serbest Mihemed ji Xelatê re ragihand ku heya niha penaberên Efrînê nikarin vegerin ji ber ku erebên têde daxwaza peran dikin tako cihê wan berdin.
Li gor Serbest ku ji her malbatekî daxwaza 1000 an 2000 dolar dikin.
Ev yek we kir ku xelkê Efrînê gelek zehmetiyan dikşîne û ev jî yek ji binpêkirina mafên mirovan e.
Xelat