Sekoya Kurmancî pîrozbahî li Kejal Ehmed kir

Sekoya Kurmancî pîrozbahî li Kejal Ehmed kir

Bi boneya dest bikarbûn wek cîgira sernivîsera rojnameya (Kurdistanî Nwê) stafa Sekoya Kurmancî (malper û Rojnameya Xelat) serdana rojnamevan û nivîskar û helbestvana navdar mamosta Kejal Ehmed kir bi pêşkêşkirina bukek gul pîrozbahiya erkê nû kirin.

Îro çarşeme danê paş nîvro 7/2/2024, her yek li sernivîserê rojname û malpera Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê sernivîser Dawûd Çîçek li gel pêşkêşkara bernameya (Jiyana Kurmanca) mamosta Roşîn Serîkanî li navenda borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê serdana mamosta Kejal Ehmed kirin.

Di hevdîtinê de behsa giringiya karê Kejal Ehmed hate kirin ku demeke dirêj di nava xebata rojnamevaniyê û giringîdan bi kar û xebatên kurmancî. Ji aliyê xwe ve Kejal Ehmed behsa giringiya Sekoya Kurmancî û her weha rojnameya Xelatê kir û xebata Sekoya Kurmancî bilind nirxand.

Her weha mamosta Dawûd Çîçek jî du hejmarên rojnameya (Xelatê) pêşkêşî Kejal Ehmed kir weku diyarî ku mamosta gelekî dilxweşiya xwe anî ziman û amadekariya xwe ji bo pêşxistina rojnamê nîşanda.

 

XELAT