Eskerê Boyîk: Mam Celal Telebanî meznayîk bû nava dîroke Kurdistanê

Eskerê Boyîk: Mam Celal Telebanî meznayîk bû nava dîroke Kurdistanê
Derbarê şeşemîn salvegera koça dawî ya rewanşad serok Mam Celal de, nivîskar û helbestvan û ronakbîrê kurd ê Ermenistanê rêzdar (Eskerê Buyîk) nivîsek weşandiye û tê de behsa mezinatiya kesayetiya karîzme ya serok Mam Celal dike.
Di nivîsa xwe de Boyîk wiha dibêje: "Mirovên mezin jiyana xwe da karên mezin dikin û dema ji emir diçin jî tiștên mezin jî bi xwera dibin…"
Di dirêjahiya nivîsa xwe ya derbarê serok Mam Celal de wiha pêde diçe û tîne sernivîsê;
“Mam Celal Telebanî meznayîk bû nava dîroke Kurdistanê ya azadariyê da…”
Her wiha ronakbîrê Kurdistanî (Eskerê Buyîk) di heman demê de ew valatiya ku piştî koça dawî ya serok Mam Celal peyda bûye tîne sernivîs û dibêje:
“Ȋro, ji pey 6 sala ra valaya ciyê Mam Celal bi tebyet Başûr da rind tê xanê.”
Di dawiya nivîsa xwe de ji bo serok Mam Celal û kurdzanê mezin Şekroyê Xudo wiha dibêje:
“Rehma xwedê li van herdu mezinên gelê me be.”
Li jêr nivîsê jî wêneyeke serok Mam Celal û yê kurdzanê mezin Şekroyê Xudo weşandiye û wiha amaje pêkirî ye (Sûret da; Mam Celal û kurdzanê mezin Şekroyê Xudo).

XELAT