Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê destpê dike

Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê destpê dike

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku, di sala nû ya perwerdeyê de 900 hezar xwendekar dê perwerde bibin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar jî kir ku, di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de hejmara xwendekaran 860 hezar bû û di 4 hezar û 100 dibistanan de perwerde bûn, her wiha hejmara mamosteyan 40 hezar bû û hejmara karmendên qada perwerdeyê nêzî 50 hezar bû.

Her weha di sala nû ya perwerdeyê de hejmara xwendekaran nêzî 900 hezare, lê ya mamosteyan mîna ya par e.

Li aliyekî din ji bo sala nû ya xwendinê (2024-2025) li zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê,  2 hezar û 700 xwendekar tevlî ezmûnên beşên zanistî bûn.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanên erebî, kurdî û suryanî perwerde tê dayîn.

  

XELAT