Festîvala Şano li Amedê birêve diçe

Festîvala Şano li Amedê birêve diçe

Festîvala Şano rojên 18-27/4/2024 li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê birêve diçe û ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî tê de dikin.

Rêvebera Beşê Şanoyê ya bajarê Silêmaniyê (Nîştîman Abdulah) di vê derbarê de ji rojnameya "Kurdistanî Nwê" re ragihandiye ku, ji bajarê Silêmaniyê jî ew li gel şandekê ku pêkhatiye ji rêveberê giştiyê rewşenbîrî û huner (Dr. Muhsin Edîb) û yek ekterên bajarê Silêmaniyê (Soma Bapîr) beşdarî di festîvalê de dikin.

Nîştîman Abdulah aşkere kiriye ku ew jî bi babetekê bi navnîşana (Rola Jin di nava Şano de, Şano li Başûrê Kurdistanê di çi astê de ye) beşdarî di festîvalê de dike.

9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê bi dirûşmeya “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” di navbera 18 û 27’ê nîsanê de dê bi lîstina 19 lîstikên bi 2 zimanan derbikeve pêşberî şanohezan.

Her weha komên şanoyê yên bajarên Kerkûk, Duhok, Urmiye û Seqiz ên Kurdistanê jî wê derkevin ser dikê. Ji 19 lîstikên ku dê bên listin 5’ê wan bi tirkî û 14’ê wan jî bi kurdî ne.

 XELAT