Tevî astengiyan 102 malbatên Kurd vegeriyan Şengalê

Tevî astengiyan 102 malbatên Kurd vegeriyan Şengalê

Tevî astengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşiya vegera penaberên kampên Hewlêr û Duhokê bo ser malên xwe, 102 malbatên koçberan vegeriyan devera Şingalê.

Rêveberê fermangeha Herêma Kurdistanê ya Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê (Samer Meşkur) ji malpera (PUKMEDIA) re ragihandiye ku, ji bo her malbatekê 4 milyon dînar veqetandine bi rêya çeka bankî her weha wê parçeyek erd jî bo wan bê dayîn daku bixebitin û debara jiyana xwe bikin.

Samer Meşkur got jî: Hikûmeta Êraqî dê sarincek, televizyon û sobeyekê ji bo her malbateke awarebûyî dabîn bike û hemû penaberên herêmê vegerînin, ji ber ku ti metirsî li ser jiyana wan li ser warên wan nemaye.

Vegera koçberên Şengalê yên li Herêma Kurdistanê berdewam e, lê li gorî giliya Wezîrê Koç û Koçberan li Dadgeha Federalî, li parêzgehên Hewlêr û Duhokê astengî li pêşiya vegera koçberan hene.

Li gor amarên dawî, li parêzgeha Mûsilê ya Herêma Kurdistanê 24 kampên penaberan hene ku piraniya wan li Duhokê ne û 32 hezar malbat lê dijîn.

 

XELAT