Helîm Yûsiv: Sala nû emê bi berhemên nû bi hev re bin

Helîm Yûsiv: Sala nû emê bi berhemên nû bi hev re bin

Nivîskarê Kurd yê qedirbilind yê Rojavayê Kurdistanê (Helîm Yûsiv) ji niha ve sala nû ya hemû xwendevanên kurdî pîroz dike û dibêje; "sala nû em ê bi berhemên nû, bi hev re bin."

Helîm Yûsiv li ser rupela xwe ya tora civakî ya fêsbokê peyamek belav kiriye û weha nivîsiye:

"Salek çû, saleke nû tê. Di vê salê de, 2023, du pirtûkên min ên nû derketin:

-Agirê ku bi mala me ketiye - Gotarên min yên sîh salî ne.

-Neviyê tozê, ez lawê 2600 sal ji tozê me, 40 Hevpeyvîn in.

Pirtûka sêyem jî, wergera almanî ya romana min "99 morîkên belavbûyî" bû.

Sala nû em ê bi berhemên nû, bi hev re bin.

Ji niha ve sala nû ya hemû xwendevanên kurdî pîroz be."

Em jî bi navê stafê Xelatê sala nû li nivîskarê hêja Helîm Yûsiv û hemû xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikin.

Xelat