Komên çekdar li jin û mêrekî temendar dixin

Komên çekdar li jin û mêrekî temendar dixin

Duh li gundê Mamala ya ser bi bajaroka Reco ya herêma Efrînê, çekdarên nandoz ên erebên nîştecihkirî êrişî bo ser mala welatiyê kurd Hemîd Yusif dikin û bi awayekî hovane li wî û hevjîna wê dixin û bi giranî birîndar dikin.

Di wê barê de, jêderek ji mirovên (Hemîd Yusif) ji malpera Xelatê re ragihand: Ew komên nandoz ên çekdarên ser bi Sultan Murad in. Piştî ku bi awayekî hovane lêxistine û zêr û pereyên wan tev jê standine û ew bi cihîştine.

Li gorî daxuyaniya wê jêderê: Ev buyer ne cara yekê ye û ne jî ya dawiyê ye, rewşa me li Efrînê her we ye, rojane lêdan, êrişkirin û malwêrankirin dirêjpêdere.

Xelat