YNKê cejna qurbanê li musilmanan pîroz dike
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pîrozbahiya cejna qurbanê li muslimanên Kurdistan û Êraq û cîhanê dike.
Eve jî naveroka nameyê ye:
"Bi helkefta hatina cejna qurbanê ya pîroz germtirîn pîrozbahî li muslimanên Kurdistan û Êraq û cîhanê dikîn û bi hêviya cejnek tejî xêr û xweşî ji bo hemuyan dixwazîn.
Hêvîdarîn ev boneya pîroz bibe bîngeha xurtkirina rihê biratî û çespandina aştî û aramî û ewlehiyê li navçê û gelê me bi keyfxweşî û dûr ji her aloziyekê cejnên xwe yên olî û nîştimanî û netewî bi xweşî û şadî bikin."
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê