Borda ragihandinê gurze nêrgiz pêşkêş bi xanimên ragihandkar kir
Îro Borda ragehandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 8 'ê Adarê (Roja Cîhanî ya Jinan) gurzên nergizan wek nîşaneya rêz û pêzanînê ji bo jin û keçên ragihandina YNK'ê hatin pêşkêş kirin.
Di wê çalakiyê han de, ragihandina YNK'ê ji xebatkarên medyakar û ragihandinê yên keç û jinan re ragihand ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo mafên wan berdewam bikin û ji bo afirandina jîngehekê di barê kar û xebatê û bidestxistina wekheviyê di derfet û rolan de wê piştgiriya mafên jinan dirêjpêder be.
XELAT