Serok Bafil: YNK`ê sazişê li mafê Pêşmerge nake

Serok Bafil: YNK`ê sazişê li mafê Pêşmerge nake

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ragihand, (YNK)ê bi hemû lihevkirin û rêkeftinên ku di dema derbasbûyî de jibo yekgirtina hêzên Pêşmerge de hatine  kirin pabende.

Serok Bafil Celal Talebanî li baregeha Mekteba Siyasî ya (YNK)ê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtanya bi Serokatiya Şêwirmendê Berevaniya Brîtanya li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa Marşal (Samî Sampson) kir.

Di civînê de pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge hate gotûbêj kirin û tekez li ser firehkirina alîkarî û hemahengiyên leşkerî yên hevpeymanan û hêzên Pêşmerge hatiye kirin bi armanca avakirina hêzeke nîştimanî ya hevgirtî ku amade be rûbirûyê metirsiyan bibe.

Serokê Bafil di civînê de pesna hewlên berdewam yên hêzên hevpeymanan kir û bi rêzek mezin behsa wan qurbaniyan kir ku jibo parastina aramiyê hatine dan û got; "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi hemû lihevkirin û rêkeftinên ku di dema derbasbûyî de jibo yekgirtina hêzên Pêşmerge de hatine kirin pabende. "

Serok Bafil diyar jî kir ku; ew naxwazin bi bername û meramek din ew lihevkirin bi rêrewek şaş de bên birin û ev mijara nîştimanî bibe qurbaniya berjewendiyên hizbî.

Serok Bafil Talebanî di dawiya civînê de got: " YNK`ê sazişê li mafê Pêşmerge û pêşxitina şiyanên wan nake û di heman demê de divê Pêşmerge di xizmeta berjewendiyên nîştimanî de bin û parêzerê axê û xelkê û alayê de bin.