Mekteba Ragihandinê pêşwazî li Cîgirê Sekreterê PSK`ê kir

Mekteba Ragihandinê pêşwazî li Cîgirê Sekreterê PSK`ê kir

 Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê pêşwazî li Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê PSK`ê ya Bakûrê Kurdistanê kir.

Îro roja pêncşemê Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya YNK`ê (Stran Ebdullah) pêşwazî li li Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê PSK`ê ya Bakûrê Kurdistanê rêzdar (Celal Yildiz) û Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê rêzdar (Elî Şemdîn) kir û di hevdîtinê de giftûgo derbarê hemahengî û alogura mîdyayî de hate kirin.

Di hevdîtinê de ku hêjmarek ji endamên mekteba ragihandinê û mîdyakar amadebûn, derbarê wêjeya siyasî ya Serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate gotûbêj kirin û pirsa hemahengiya mîdyayî jî babetek din ya civînê bû.

Foto: Mihemed Omer

 Sekoya Kurmancî