Qubad Talebanî: Merzê Şuşmê ji bo geştyaran tê vekirin

Qubad Talebanî: Merzê Şuşmê ji bo geştyaran tê vekirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, di demek nêzîk de deriyê sînorî ya (Şuşmê) wê di rûyê geştyaran de bê vekirin.

Qubad Talebanî serdana merzê (Şuşmê) kir û amaje bi wê yekê jî kir, "Vekirina deriyê sînorî ya (Şuşmê) dê karêgeriya xwe li ser vejandina aborî ya Parêzgeha Helebçe û devera Hewraman hebe, her weha wê sektora geştyariyê jî geş bibe".

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî berya heftiyekê li gel Wezîrê Navxwe yê Êraqê civiyabû û biryar dabûn bi hemahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya Êraqê, kar bê kirin jibo ferehkirina deriyê sînorî yê Şuşmê ya li devera Tewêle.

Jêder: PUKMEDIA