Mala Ûrzelk û Civaka Kurdî ahengekê organîze dike
Bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî ku hemû salê dikeve 22`yê Nîsanê Civaka Sivîl ya Kurdî li Ewropa û Mala Ûrzelk ya Çand û Hunerê ahengeke taybet lidar dixe.
Ragihandkarê Kurd yê navdarê Îbrahîm Îbrahîm ku li welatê Danîmarkayê nîştecî ye ji malpera Xelatê re ragihand; bi amadebûna hêjmarek ji rojnamevan û nivîskar û hunermendên Kurd roja 20/4/2024 li welatê Danîmarkayê ahengek ji bo xelatkirina hunermend û peykersazê Kurd yê Sûrî nemir (Seydo Reşo) tê lidarxistin.
Îbrahîm Îbrahîm amaje bi wê yekê jî kir ahenga xelatkirin û rêzgirtinê bi rêya îmzakirin û belavkirina yekemîn pirtûk ku ji aliyê wî ve hatiye amadekirin û çapkirin dê birêve biçe.
Diyar jî kir ku di kevana ahengê de jî wê semînerek taybet li ser rojnamegeriya Kurdî û rewşa wê ya îro û di pêşerojê de bê lidarxistinê.
Pirtûka nivîskarê Kurd Îbrahîm Îbrahîm yê derbarê peykersaz (Sîdo Reşo).
XELAT