Tenduristiya Cîhanê: Silêmaniyê di pileya yekem de ye

Tenduristiya Cîhanê: Silêmaniyê di pileya yekem de ye

Rêveberiya giştî ya tenduristiya Silêmaniyê dibêje, li gorî rapirsiyek ya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) li ser asta wezareta tenduristî ya Êraqê û Herêma Kurdistanê, Parêzgeha Silêmaniyê di pileya yekem de ye di warê hejmara sazî û navendên tenduristî û her weha berdestbûna çavkaniyên xizmetguzariyên tenduristî de.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê bal kişandiye ser wê yekê jî ku, li gorî rapirsiyê Parêzgeha Silêmaniyê di rêza pêş ya hemû bajarên din yên Êraqê û Herêma Kurdistanê de ye ku kariye bi baştirîn şêwaz xizmeta welatiyan bike di warê tenduristiyê ve.