Şandeke Bakûrê Kurdistanê bûn mêvanê Sekoya Kurmancî

Şandeke Bakûrê Kurdistanê bûn mêvanê Sekoya Kurmancî

Îro roja înê 8\3\2024 bi armanca serdana peykerê şehîd Neco, şandeke ji malbata şehîd Neco serdana baregeha mekteba siyasî ya YNKê ya berê li Silêmaniyê kir.

Şanda malbata şehîd Neco ku pêkhatibû ji her yek ji nivîskar û hozanvanê kurd ê navdar Qadir BûyûkKaya pismamê şehîd Neco û hevjîna xwe û birazayê şehîd Neco Dr. Nemrûd Bûyûkkaya bi yawerê rojnamevan Hozan Efrînî berpirsê Sekoya Kurmancî li mekteba ragihandina YNKê serdana Peykerê şehîd Neco kirin .

Şanda mêvan kêfxweşiya xwe anîn ziman li hember wefadariya li hember kar û xebata şehîd Neco (Selah) di xizmeta şoreşa nû ya Kurdistanê ya bi serokatiya YNK`ê.

Piştre jî şanda mêvan serdana navenda Sekoya Kurmancî û rojname û malpera Xelatê Kirin û ji aliyê stafa Xelatê rojnamevan Dawûd Çîçek û Rojîn Serêkanî ve hatin pêşwazî kirin.

Nivîskar Qadir Bûyûkkaya di axaftina xwe de bi giringî behsa kar û xebata Sekoya Kurmancî kir ku wek pireyekê ye di navbera parçeyên Kurdistanê de û peywendiyên di navbera rewşenbîr û nivîskar û hunermendên Soran û Kurmanc û Zaza de bihêz dike û bi hev dide nasînê û tekez li wê yekê kir ku divê piştevanî û piştgîriyek baş ji Sekoya Kurmancî re bê kirin.

Ji aliyê xwe ve rojnamevan Hozan Efrînî kêfxweşiya xwe bi wê serdanê da nîşandan û diyar kir ku ewê berdewam bin di xebata xwe de jibo xizmetkirina çand û kultur û hunera kurdî û xurtkirina peywendiyan di navbera hemû kurdên herçar parçeyên Kurdistanê û kurdên li derveyî welat de.

Her weha mamosta Hozan Efrînî pirtûka xwe ya bi zaravayê kurmancî bi navûnîşana (Mam Celal Sembola Netewa Kurd) û hêjmara sifir ya rojnameya Xelatê pêşkêşî şanda mêvan kir.

XELAT