Serokê YNK ji bo welatiyan: Bi dengê xwe dîrokek nû tomar bikin
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî peyamek ji gelê Kurd yên li Kerkûkê û deverên veqetandî şand û daxwaz ji welatiyan kir ku, bi dengê xwe dîrokek nû ya ronak tomar bikin.
Eve jî naveroka peyamê ye:
"Hevnîştimanên serbilind û xweşdivî
Daxwazkarim berê xwe bidin sindoqên dengdanê û beşdariyeke berfereh bikin, mafên demokrasî ya xwe peyrew bikin û deng ji bo avakirina paşerojeke geştir bidin.
Ew şanaziyeke din ji bo dîrokê yeû rewabûna xwe tomar bikin û neviyên dahato pêwîstiya wan bi dengên we hene.
Ez dilniyame ku hûn di wê asta berpirsyaretiya netewî, exlaqî û dîrokî de bin. Xwîşk û birayên min, ez dizanim xalên pişkinînê û wîstgehên dengdanê jî pir qerbelixin, lê tikeya pişuderêjbin, bi aramî bilivin wek herdem dilsozî û xweragirî ya xwe biselmînin."
Birayê we yê dilsoz
Bafil Celal Talebanî
XELAT