Amed: Li 20 hezar kesî aşûre hat belavkirin

Amed: Li 20 hezar kesî aşûre hat belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Meha Muharremê, li 4 xalên cuda yên bajêr aşûre da 20 hezar kesî.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji ber Meha Muharremê li gelek deverên cuda yên bajêr çalakiyên aşûreyê li dar xist. Di çalakiyê de ku eleqeyeke zêde jê re hat nîşandan, li 4 cihên cuda 20 hezar kesî aşûre xwar.

Alîkarê Hevşaredarê Bajarê Mezin Ayhan Karatekin beşdarî çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê, Alîkara Sekreterê Giştî Ozlem Tekin beşdarî çalakiya li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk beşdarî çalakiya li Qada Deriyê Çiyê, û Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz jî digel endamên meclîsê, serokên daîreyan û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî çalakiya li Parka Koşuyolû bûn.

XELAT