Li Duhokê malbateke Kurdên Rojava di buyerekê de bûne qurbanî

 Li Duhokê malbateke Kurdên Rojava di buyerekê de bûne qurbanî

Malbateke Kurdên Rojavayê Kurdistanê dema ji kampa Barîke ya bajarokê Erebet ya parêzgeha Silêmaniyê diçûn bajarê Zaxo di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

 Di wê rûdanê de malbata (Sedûn Elî) ji gundê (Gir Ziyaret a Paşê) ya ser bi bajarê Dêrîkê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji bo beşdarbûna di bêhî û serxweşiya mirovên xwe diçûn bajarê Zaxo jiyana xwe ji dest dan, ew malbata ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan ji penaberê Kurd (Sedûn Elî) li gel kurê xwe (Hazim Elî) û bûka wî (Emşe) û neviyên wî (Mihemed Hazim Elî) yê temen 3 salî pêk dihatin.

Derbarê bûyerê de Serokê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriye rêzdar (Hozan Efrînî) ji Sekoya Kurmancî re ragihand, "em bi vê bûyerê gelekî xemgîn bûn bi navê encûmena me û bi navê hemû penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbata nemir Sedûn Elî re dixwazin, hêvîdarin ku ev êş ya herî dawî ya wê malbatê be. Ev buyer bandorek gelekî dijwar li ser derunê me hemuyan çêkir, em hêvîdarin em hemû li hember vê karestaê erkê xwe bi cih bikin.

Her weha berpirsê bingeh Nişîngeha Silêmaniyê yê penaberan muqedem (Twane Cemîl) jî peyamek ji bo Encûmena Penaberên Kurd yê Rojava – Sûriyê re şand û têde dilgiraniya xwe bi vê bûyerê nîşan da û sersaxî ji malbata Sedûn Elî û hemû penaberên Rojavayê Kurdistanê re xwest.

Sekoya Kurmancî