Encumena Penaberan serxweşî li Yusif Zozanî kir

Encumena Penaberan serxweşî li Yusif Zozanî kir

Îro roja pêncşemê 23-11-2023 li bajarê Silêmaniyê, şandeke encumena penaberên kurdên Rojava-Sûriye beşdarî merasîma serxweşî ya nemir Tariq Îbrahîm birayê tekoşerê kurd û siyasetvanê dêrîn kak Yusif Zozanî kir.

Şanda Encûmena Penaberan pêkhatibû ji Serokê Encûmenê Hozan Efrînî û Endama Desteya Rêveber ya Encumenê (Roşîn Serêkanî) û Cîgirê Serokê Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl (Dawûd Çîçek) û kesayetê Civakî apê (Elî Şahîn).

Di wê merasîma serxweşiyê de, ku serokê Saziya Serok Celal Talebanî balyoz Dr. Mihemed Sabîr û çendîn kesayetiyên din amadebûn, şandeya mîvan ji aliyê siyasetvan Yusif Zozanî û birazayê wî Şêrzad Adil Yezîdî ve hat pêşwazî kirin.

Di merasîmê de, fatêheyek li ser rewanê nemir hat xwendin û piştre jî şandeya mîvan serê tekoşer Yusif Zozanî û tevahiya malbatê sax kir û daxwaz ji Xwedayê mezin û mîhreban kirin ku ev êş ya herî dawî ya malbatê be û cihê nemir Tariq Îbrahîm di behşta berîn de bi cih bike.

XELAT