Zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiyê serbest bûye

Zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiyê serbest bûye

Nivîskarê navdar ê Kurd (Zeynelabidîn Zinar) ragihandiye ku, îro Zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiyê serbest bûye û bang li dê û bavên zarokên Kurd dike ku zarokên xwe bişînin (Dersa Kurdî ya Hilbijarte).

Zeynelabidîn Zinar li ser rûpela xwe ya tora civakî (fêsbokê) bangek ji bo gelê Kurd yên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê kiriye û tê de weha dibêje:

"Gelî Dê û Bavan!

DERSA KURDÎ HILBIJÊRIN

Roja 12ê Sibata vê meha ku em tê de ne, muraceeta ji bo Dersa Kurdî ya Hilbijarte, bi dawî dibe.

Gelî Dê û Bavan!

Vê fersendê ji dest bernedin.

Daxwazname bidin mekteban da zarûkên we dersên kurdî bixwînin. Çi kurmancî, çi zazakî, bila bixwînin.

Bi xwendina Zimanê Kurdî, mejiyê zarûkan vedibe û pir zîrek dibin.

Hin zarûkên Kurd li welatên Ewrûpayê ji ber ku Zimanê Kurdî dixwînin, di mektebên ewrûpiyan de jî dibin yekemîn.

Demekê ji bo axaftina Zimanê Kurdî, seza didan Kurdan.

Lê va ye îro Zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiyê serbest bûye.

Niha li Tirkiyê, ji 2 hezarî zêdetêr mamosteyên zimanê kurdî hene. Lê zarûkên ku kurdî bixwînin nînin.

Zimanê Kurdî jî ayetek ji ayetên Xwedê ye.

Eger hûn zarûkên xwe bi kurdî nedin xwendin, hûn gunehkar dibin!

Par ji nava 30 milyon Kurd, tenê ji  bo 20 hezar zarûk daxwaza xwendina Zimanê Kurdî hatibû kirin.

Ev yeka hanê kêmasiyeke mezin e ji bo Kurdan.

Vê fersendê ji destên xwe bernedin!

Xwedayê mezin alîkar û piştevanê Çanda Kurdî be…"

03/ 02/ 2024.

XELAT