Vegera Efrîniyan dirêjpêder e

Vegera Efrîniyan dirêjpêder e

Xelkên Efrînê yên ku koçberî dervayî herêma xwe bibûn, êdî malbat bi malbat vedigerin bo ser mal û emlakên xwe.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî rêkeftina di navbera serokê Sûriye Ehmed Şerih û General Mezlum Ebdî de, rewşa vegera kurdên Efrînê ji herêma Efrînê re gelek esan bû ye û roj bi rojê baştir dibe û vegerê xelkê bû ye karekî asayî.

Ew jêder dibêje ku ew bazgehên pir ku di navberê gund û bajar û bajarokên Efrînê de hebûn, piranî nemane û ew fişarên berê jî nemane, lê komên çekdar ên ser bi Emşat û Hemzat û Ahrarê Şerqiyeyê mane.

Êdî xelkên Efrînê wê li navçeyên Rojhilatê Feratê nemînin û wê piranî vegerin bo Efrînê. Lê wek ew jêdera dibêje ku ew gundên ku artêşa Tirkiye têde cîgirbûne, rê nadin bi xelkên sivîl ku vegerin gundên xwe.

Xelat