Êzdî li Lalişa Noranî cejna serê salê pîroz dikin

Êzdî li Lalişa Noranî cejna serê salê pîroz dikin

Îro roja çarşemê 17-4-2024 cejna serê sale ya Êzdiyan e, ku bi navê Çarşema Sor tê naskirin.

 Cejna serê sala Êzdiyan her sal dikeve çarşema yekem a meha Nîsanê. 17ê Nîsanê roja Çarşemê sersala Êzdiyan e. Di vê mehê de meha Nîsanê ji bo Kurdên Êzidî meheke taybet e.

 Kurdên Êzdî di vê cejnê de hêk tên boyax kirin û xort û keç diçin deşt û nava xwazayê û kulîlkên nîsanê datînin stûyê hev.

Her di vê boneyê de bi hezaran Kurdên Êzdî ji her çar parçeyên Kurdistanê û hemû welatan lê dimînin berê xwe didin Lalişa Noranî ya li devera Şêxan ya Herêma Kurdistanê.

XELAT/ Foto: Kurdsat