Peyama pîrozbahiyê ji bo serkeftina duyemîn konfiransa borda ragihandina YNK
(PÎROZBAHÎ)
Birayê Berêz: Letîf Nêrweyî (Endamê Serkirdayetiya YNK, berpirsê Bordê Ragihandin)
Silav û rêz:
Bi helkefta li darxistina diwemîn konfiransa Borda Ragihandin ya (YNK), ji bo rêkxistin û darştina siyaseta Mîdiyayî ya bordê ragihandin û xwe amadekirin ji bo qonaxên nû.
Bi vê boneyê em bi nave Mekteba Ragihandin ya (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), we û hemî endamên konfirana we pîroz dikin, û hêviya serkeftinê ji hemî kadir û karmendên bordê ragihandina yekîtî nîştimanî Kurdistan re di xwazin..
Ne veşartiye ku ragihandina (YNK), ya ku tê (Nivîsandin, û bihîstin û dîtin), di qonaxên derbas bûyî de pêşeng û yekem bû di nav raya giştî kurdî de, tevî astengî û aloziyên ku li pêşiya karê wê derdiketin, û vê ragihandinê karîbû ta radeyeke baş baweriya beşekî fereh ji raya giştî ya kurdî bi dest xwe bîne bi saya serê sedan serbazên win ji mîdiyakar û kadir û rojnamevanên ku di vî bordî de kardikin, û bi riya belavkirina zaniyarî û nûçe û rapotên zengîn û miyanrew û rastgo û pirofîşinal..
Em hêvîdikin ku rasparde û pêşniyarên vî konfiransî wê bibine alîkar ji bo nehiştina wan astengiyan û çareser kirina kêşeyên ku hene, ji ber ku birastî ragihandin baştirîn çeke eger bi şehrezayî were bi karanîn di xizmeta miletê kurd û pirsa wî ya netewî de ..
Her bijîn..
Qamişlo: 11.1.2024
Mekteba Ragihandin ya
Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya
XELAT