Ji Zeynelabidîn Zinar Bangek Ji Bo Ciwanên Kurd

Ji Zeynelabidîn Zinar Bangek Ji Bo Ciwanên Kurd

EY CIWAN!

Guh bide van gotinan:

Zimanê her miletekî, ayetek ji Ayetên Xwedê ye.

Ji bîr neke, her îdeolojî wenda dibe, lê ya ziman û ya olî wenda nabin.

Kesê nezan be, bila Zimanê Kurdî qels nede nîşandan!

Kesê gunehkar be, bila tirane bi Zimanê Kurdî neke!

Kesê ji aliyê mejiyê xwe ve jar be, bila Zimanê Kurdî jartir neke!

Kesê ku nizanibe, bila bêje ku ew nizane, jê re ne şerm e. Lê şerma mezin ew e ku ew xwe hoyê Zimanê Kurdî nake.

Zimanê Kurdî pir dewlemend e û xwe li ser bingeheke berfireh jî ragirtiye.

Bila her kes kêmasiyê di xwe de bibîne û xwe berfireh bike.

Yanena, gelek kesên qaşo zana ne, wê li pêşber mêjûyê rûreş bibin.

Dem û dewr zû derbas dibin.

Lê xirabî û qenciya mirovan, mina Çiyayê Agirî û yê Cûdî li cihê xwe dimînin.

Xwedayê mezin piştevanê Zimanê Kurdî be.

22/ 05/ 2024

Zeynelabidîn Zinar

 

XELAT