Du bira û dîplomasiyeta zîrekane
Nivîs: Letîf Nêrweyî
Eger ev sernav ji hêla hevalekî YNKê ve hatiba bikaranîn, ne tenê di nav aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê de, lê di nav YNKê de jî, dibe ku kesên ku wê wekî gavek bi nav bikin hebûn, lê gava rojnameya Brîtanî (The Telegraph) wekî yek ji rojnameyên herî kevin, navdar û bi bandor li Brîtaniya û cîhanê bi giştî, raportek analîtîk û agahdar ya berfireh li ser siyaset û rola Serok (Bafil Talebanî û Heval Qubad Talebanî) biweşîne,ku têde ew bingeha dîplomasiyeke zîrekane û jêhatî ya her du birayan pêşkêş dike daku agirê şerê Amerîka-Îranê li Herêma Kurdistanê ragirin, êdî pêwîste heval wek erkekî hizbî, nîştimanî û exlaqî girîngiya vê raportê ji bo raya giştî ya Kurdistanê re pêşkêş bikin, ku çend xal û prensîbên girîng li xwe digire:
Yekem: Raport li ser mijarek cidî û çarenivîsaz e ku ew jî şerê di navbera du hêzên herêmî û navneteweyî û bandora wê ya rasterast (siyasî, ewlehî, aborî, mirovî û jîngehî) ye, bi giştî li seranserî cîhanê heye û Herêma Kurdistanê beşek ji cîhanê ye ku ji aliyê erdnîgarî ve herî nêzîkî qada şer e.
Duyem: Ev raport di rojnameyeke navneteweyî ya navdar de hatiye weşandin,ku dê bibe çavkaniyeke dîrokî ya girîng û di pêşerojê de dîroknas û lêkolîner dê wê wekî çavkaniyek ya pêbawer mifayê jê werbigirin.
Sêyemîn: Aliyekî din yê girîng ya vê raportê ew e ku peyamên rojnameyê gelek caran bandor li biryarên siyasî û raya giştî ya Birîtanî kirine.
Çaremîn:Peyamên rojnameyê rast, bingehîn û fermî ne û xwe dispêrin agahiyên rast.
Pêncemîn: Raport vê rastiyê piştrast dike ku êdî Kurd niha xwedî serkirdeyekî ne ku bûyerên dîrokî bi baldarî dixwîne, ji şaşiyên dîrokî waneyan werdigire, ji ber vê yekê bi dîplomasiyeke zîrekane û li ser bingeha planeke guncaw bi her bûyereke nexwestî re mijûl dibe.
Şeşem: Raport raya giştî ya Kurdistan û navneteweyî agahdar dike ku her du bira (Serok Bafil Talebanî û Heval Qubad Talebanî) roleke mezin û biryardar lîstine di dûrxistina agirê dijawartirîn û berfirehtirîn ya cenga vê sedsalê li Herêma Kurdistanê û nehêlane herêm, gelê Kurdistanê bibin aliyekî şerker yên vê cengê.
Heftemîn: Serok Bafil Talebanî di peywendiyên xwe yên telefonî de digel berpirsên payebilind yên her du welatên şerker, karîbû vebijarka sêyemîn bîne navbera du vebijarkan û ji her du aliyên şerker re bibêje: Em dijayetiya çi aliyekî ji we nakin û em ne beşek in ji şer.
Heştemîn: Ev dîplomasîyet û siyaseta lojîkî û rastîn yê Serok Bafil û YNKê dê baweriya herdu welatan zêde bike ku çi carî ziyanê nade herdu aliyan,bi vî awayî giranî û pêgeha YNKê li navxwe û derve bi hêztir dibe.
Nehemîn: Çavkaniya medyaya navneteweyî ya Birîtanîya hewl daye ku cudahî û taybetmendiyên erênî yên YNKê di qada siyasî ya Kurdistanê de pêşkêş bike.
Ji ber vê yekê, ji me re tê gotin ku li Herêma Kurdistanê gelek gir hene, lê cudahiya Girê Dabaşan ewe ku ew navendeke girîng e ji bo biryardana aştî û aramiyê û dûrxistina metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê,wate Girê Dabaşan bi biryarên xwe hewl daye ku xwe ji girên din cuda be ku biryarên vê girê taybet e bi parastina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi rêya danûstandinan û li ser bingeha bendên destûra Îraqê ve girêdayî ne, ji ber vê yekê, eger ev siyaset ji bo YNK'ê cihê şanaziyê be, wê demê berhemê vê siyasetê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bi cudahiya nêrînên siyasî ku ji vê siyaestê re dibêjin: Siyaseta jêhatî ya gel pesend.
Xelat/ PUKMEDIA
