Nûrî Dêrsimî di rûpela rojnameya Kurdistanî Nwê de

Nûrî Dêrsimî di rûpela rojnameya Kurdistanî Nwê de

Nivîs: Dr. Fereydun Ebdulstar

Dr. Fereydun Ebdulstar nivîseke dirêj li ser Dr. Nûrî Dêrsimî bi navûnîşana (Pizîşkê Vêtirnerî, Dr. Nûrî Dersimî… Şoreşger û dîroknivîsê şoreşên Dêrsimê) nivîsandiye û Rojnameya Kurdistanî Nwê ya li bajarê Silêmaniyê tê çapkirin ew belav kiriye.

Di wê nivîsê de Dr. Fereydun Ebdulstar dibêje ku, pizîşkê vêtirnerî Dr. Nûrî Dêrsimî yek ji wan serkirdeyan bûye ku bi berdewamî dînamoyê şoreşên Kurdistana bakûr bûye û di hemûyan de jî beşdarî kiriye.

Dr. Nûrî Dêrsimî siyasetmedar û xebatkar û kurdperwer û dîroknasekî navdar ê Kurdistanê bû, ku navekî diyar û semboleke biriqî ya xerbata kurdayetiyê li Kurdistana bakûr û kesayetiyekî zanistî û siyasî yê deverê bûye û hemû jiyana xwe ji bo tekoşînê terxan kiribû. Her weha rolek karîger hebûye di piştevanîkirina şoreşên devera Dêrsimê .

Navê xwe (Mihemed Nûrî kurê Mela Îbrahîm kurê Mihemed Elî Colîkzade ye û zêdetir bi Dr. Nûrî Dêrsimî hatiye naskirin, Bavê wî Mela Îbrahîm helbestvanekî gelêrî bûye û sazvan bûye ku ji êleke navdar û kevin ya Dêrsimê bûye bi navê êla (Milan) û dayîka wî jî ji êla (Axuçane) bûye. Dr. Nûrî Dêrsimî sala 1892 li Dêrsimê ji dayîk bûye û sala 1973`an li bajarê Helebê ya Sûriyê koça dawî kiriye. Sala 1899`an diçe dibîstana seretayî ya navçeya Hozatê û sala 1904 peywendî bi dibîstana amadeyî dike û sala 1911`an li bajarê Stenbolê kolêja pizîşkiya vêtirneriyê werdigre û sala 1914 diçe xizmeta serbaziyê û sala 1916`an leşkeriya xwe temam dike wî demî şerê cîhanê ya yekem bûye û piştre vedigere Stenbolê û xwendina xwe temam dike û di 22/9/1918 bawernameya bekaloryus wergirtiye.

Nûrî Dêrsimî ji destpêka jiyana xwe ya xortanî de xwediyê hişyariya netewî û nîştîmanî bûye û giringî dide çalakiyên siyasî û li Stenbolê dibe endamê komeleya Hêvî ya xwendevanan û piştre bi hevkariya kesayetiyên nîştîmanperwer Komeleya Mûhîbanî Kurdistanê damezrand û ew bû sekreterê wê komelê.

Piştre dibe endamê Komeleya Te`alî ya Kurdistanê û navendên wê li hemû bajar û bajarokên Kurdistana bakûr ava dike ji bo wê jî tê girtin û li dadgeha cengê tê dadgehkirin lê di wê serdemê de Mistefa Paşayê Yamulkî serokê dadgehê ye û Nûrî Dêrsimî azad dike.

Piştre dadgeha leşkerî biryara girtina wî dide û ew neçar dibe ku ji Tirkiyê derkeve û ji ber wê, sala 1937`an diçe bajarê Iskenderunê ya Sûriyê û sala 1938 berê xwe dide bajarê Helebê û li wir malbata Elî Axa Şîmkanî nas dike ku bi xwe jî xelkê Dêrsimê bûne û bi keça wan (Ferîde xan) re dizewice û di heman salê de diçe Urdinê, lê dîsa di bin zexta Turkan de ji kar tê dûrxistin.

Dr. Nûrî Dêrsimî di dawiya 1939`an dev ji regeznameya Tirkî berdide û dibe welatiyekî Sûrî û sala 1940 vedigere bajarê Helebê û li wir nîştecih dibe û sala 1941 nevenda vêtirneriyê li navçeya Ezazê dadimezrîne û têde kar dike û piştre diçe bajarê Hemayê û dûvre Idlib û Me`ra û Cisirşixur û başê dîsa tê Helebê. Piştî salên 1950 bi tometa komînîstiyê dîsa ji kar tê dûrxistin û êdî ew dest bi karê nivîsînê dike. Di sala 1952`an pirtûka xwe (Dêrsim di dîroka Kurdistanê) de dinivîse bi zimanê Kurdî (latînî) û bi xwe wê pirtûkê werdigerîne bo Tirkî, her weha di sala 2001 ew pirtûk ji aliyê Dr. Ehmed Fetah Dizeyî ji Tirkî ji bo Kurdiya Soranî tê wergerandin, her weha sala 2004`an (Salar Aştî) ji Tirkî werdigerîne bo zimanê Erebî.

Her weha Dr. Nûrî Dêrsimî berhemekî din jî heye bi navê (bîranînên min derbarê xebata netewî ya Dêrsimê û Kurd de) piştî koça wî bi 15 salan li Swîdê tê çap kirin û piştre jî sala 1992`an li Enqerê tê çapkirin.

Dr. Nûrî Dêrsimî li ser daxwaza xwe wesiyet kiribû ku li gorîstana (Henên) li herêma (Çiyayê Kurmênc) li Efrînê ya di navbera Kefercenê û bajarê Efrînê bê veşartinê her weha wesiyeta wî ew bû ku kulmek axa Dêrsimê li ber serê wî were danîn û ev parçe helbest li ser kêla tirba wî were nivîsandin "Li ser vê rêka dijwar min jî kir pir hawar, da ji bo we rojekê dinya bibe gulbihar.”

Lê mixabin piştî dagirkirina Efrînê di 23`ê tebaxa 2018 gora Dr. Nûrî Dêrsimî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê vet ê ruxandin.

Mezara Dr. Nûrî Dêrsimî li Efrîn

XELAT